قصائد بلا قيود ..


ها هنا حيث ذاكرة البوح ومقتطفاتُ هذياني وآلامُ الشوقِ في كياني..

أتخبطُ بانفاسي التعبة، تخبطَ الهزيل في يومٍ عاصف، وبعضٌ من إنكساراتي حيث أنا واللا وجود لأنا،

وعند اول شاهدةِ قبرٍ لوحدتي أدفن تاريخي وبعضاً من أوراقي، لعلَ الهجر ينفثني ومن رحم الألمِ يقذفني...


قصيدةُ وطن هنا انثرها بغلاف العشق الملطّخ بجراح وحدتي، بدون قيودٍ- في زنزانةِ غربة، وسوطُ الآهِ من صراخ فؤادٍ صغير يبوحُ للخرافاتِ اجمل الحكاياتِ...

مسافرٌ وبيدي محبرةٌ فارغة وريشةٌ يابسة تنثرُ عرقَ وجودي الهرم على صفيحات الوصال لعل رحيقها يسقيني من زمزمها، عذباً كما كانت طفولتي...

إذاً فلتكن قصائدي بلا قيود....

(ريوي كربري)

Ez û helbest

http://gool.us/up/uploads/13529436131.jpg

الخميس، 24 ديسمبر 2009

العِشقُ الأبدي ..







العِشقُ الأبدي ..


لا أحب فتاةً قطْ .

ولا أعشقُ عيونها السود

ولا شلال الذهب المنحدرِ من شعرها

ولا الليل المخبأ في رمشيها

ولا الشهدَ الذي يسيلُ من شفتيها

ولا القدَّ النحيل الفتَّانْ

ولا حدائِقَ النرجسِ في خديها

ولا رماح النارِ في عينيها...

ولكني أُحِبُ بلاداً تسمى كردستان

أعشقُ الجبالْ

الأنهارَ والوديان ،

أعشقُ عتمةَ الكهوف

وشلالات الثلج الذائب فوق ( سيبان )،

أعشقُ ليلَ / حلبجة / وجثثها

ودمَ الشهيدِ في ( قامشلو )

ومآذنها النحيلة

وحدائقَ العشقِ في / بوتان/ ،

أعشقُ مُدناً تفتت من الأحزان

قراً هُدِمت في ظل الطغيان

أعشقُ رجُلاً يحضنُ طفلاً

واقتحم الموتُ الأثنان.

أعشقُ شعلةً

يحملها بطلٌ

يشعل بها ثورة

في ربيعِ أيلولَ وكولان

أعشقُ شعباً إتخذوا الأرضَ منهجاً

والتراب أُماً ..

والأبَ برزانْ ،

أعشقُ قبراً بدونِ إسم

ميتاً بدونِ لحدٍ وكفن

أعشقُ أماً تزغرد لإبنها الشهيد

ولا تنتحبْ ..

أعشقُ دمعَ عروسةٍ

عند مجيء العريسِ فوق الأكتاف

بالثوب الأحمر القانْ

أعشقُ شاباً تركَ حبيبتهْ

والتحقَ بالثوارِ في الجبال ،

أعشقُ قلماً يناصرُ المظلومَ على الطغيان

أعشقُ شِعراً كتِبَ بإتقان

عن بلادِ الكردِ

أرضاً

وشعباً

وتاريخاً

وصموداً

عن وطنٍ يسمى كردستان ..



الرياض 22/11/2004
Rèwî girpirî

الأربعاء، 23 ديسمبر 2009

Baran






Baran



Baranê xweşke xweşke

E,rd û ezmana reşke …

Rengê kesk girêde xemla zemîn

Gula lal bike xwîn

Jê berde bîn

Geya raxe himbiz û şîn

Bike herî axa ku ziwaye hîn

Ezmanên reş bi tav û birûska bike mizgîn


Baranê xweşke xweşke

E,rd û ezmana reşke …


şahke dilê cotyar

Rake ser wî bar

çêke jêre kar

Hilîne kul û derdê mirovên hejar

Geşke şînahiya pelên li ser dar


Baranê xweşke xweşke

E,rd û ezmana reşke …


Te kuşt serma û seqem

Te nehişt ji mirovare xem

Herikî dîse av li cem

Xweşbû li me dem

Bi bîr dihat zîn û mem


Baranê xweşke xweşke

E,rd û ezmana reşke...


Agir li sobê geşke

Bîna nan li tenûrê xwşke

Mast di keyê ew meşke .

Zarok lidora agir di lîzin

Pîre mêr cîroka di bêjin

Pîrek li ber dîwara di peyivin


Baranê xweşke xweşke

Erd û ezmana reşke...


Xort û qîz bo buharê xwe amededi kin

Bi gul û beybûn pêşwaziya evînê di kin

Bi baranê hêviyên ziwa ji nû şildikin

Kela dilê xwe hînik di kin

Azarên Kevin ji bîr di kin

Bîranîna nûdikin


Baranê xweşke xweşke

E,rd û ezmana geşke...



Rêwî Girpirî

06/12/2006 .Riyad

الثلاثاء، 22 ديسمبر 2009






أحزاني ..

أستيقظُ بأحلامي

بكوابيسي

وأحزاني ...

استيقظُ بدموعي

بعذابي
وهمومي ...

أرثي نفسي ببكائي

وبقلمي أخففُ عزائي...

أخافُ حيناً من اللقاءِ

من الضُعفِ والإنحناءِ ...

وأخافُ حيناً من الفراقِ

منْ لوعةِ الشوقِ والبكاءِ ...



دمشق / الفيجة 2/4/2001
Rêwî girpirî

الخميس، 17 ديسمبر 2009







الحلم ...


حجبو عني الشمس

وألقو بي في وادي الألم

مُزِقَ القلبُ

من آهاتِ الوهم

كبيرٌ هو الحلم

فأكلهُ العدم

كبيرٌ هو الحلم

فأصبح صديق القلم ..

حبرٌ جاف على صفحات الندم

دمعٌ أعتِقَ فسالَ ....

يعبرُ عن الألم



rèwî girpirî

22/5/2004

سبتمبر /أيلول/



سبتمبر /أيلول/

أوراقٌ صفراءٌ شاحبة
خبايا أيامٍ مقفرة
أيلول ...
حين أثمرت بقايا صرخة
شهيق وحدتي
وفي لحظة المخاض الأليمة
كُتبَ عليَ شقوتي
وبدأت وريقات نَفَسي
تسقط..!
تتهاوى جرحاً... جرحاً
فتقول:
هنيئاً لك
فقد رزقت بدمعة
وقد توجتَ ألماً
على مملكة سبتمبر..
وعين أمي مبتلة
تسيل فرحاً..!
فقد انجَبت طفلا
لا تدري ما تخبئهُ الأقدارُ لهُ
ولكن هي فرحة أم..
فتبتسمُ القبلات
على وجنتيَ الصغيرتين
أما سبتمبر
فتضحك ساخرةً من برائتي.؟
وأرددُ في نفسي البريئة
ويحي..!
هل أيلولُ تاريخ شقائي.؟






الرياض 26/8/2008
Rêwî Girpirî


الأربعاء، 16 ديسمبر 2009

Derdê koçberiyê


Derdê koçberiyê



Kul û koçberî di tora jiyanê de lev civîn


Biryara ne xweşiyè ji minre danîn


Dilê nermî tenik bû wek hasinè rizî


Ji xem û derda nema êdî di jenî
êdî bese jîn çerxa te pir li me gerî
Koçberî ne bi tenè dûrketine


Koçberî axîn û nalîne


Koçberî azar û azerîne


Jiyan jî bi zehmetiya xwe tariye


Barê wê girane .


Riya wê bè dawiye


Deryaya wê kûre


Pêlên wê harin …


Koçberî zore


Birînè wè girs û hûrin


Dil xemgîn û jare


Hiş bê ware


Can tî û şikestî dinale …


Sitemî tim heye


Koletî pir heye ..


Xew bi şeva nîne


Girî û ahîne


Hiş û hest rêwîne


Li ser çûna welat bi hêvîne


Welato evîna te dijware


Gerimbûna himêza te bo mirova parastine


Welato ji dûrbûnêre qey nîne çare.?


Raman min dinoşin


Bîranîn min dugvêşin


Bese jîn li min were rehmê


Ez evîn darim ne dîn û harim


Ez bende warim ne sitem karim


Ez xweda pristim ne gunih karim


Ez xerîbim bê halim …


Kes nîne hilgirê barê min


Ziwakê hîsirê min


Li vî welati jîn pir zore


şev reş û tariye


Ro kore …


Her dem û her çaxî ne xweşiye


Xweş di zanim ku ev koçberiye


Zinçîrek ji hasin li mila jidihaye


Qamçiyek reş li pişta dirihaye


Hêviyek tengî çirihaye


Werîsekî sê pê li sitî girêdaye …


Kengî bi zîvirim mal


Berî li koçberiyê bibim kal


Bê xelk û bê dost û bê heval


Dixwazim bimrim li welat


Ser bilind û ser firaz


Li goristana gund bibim mîvan


Li ser kèla min deynin


Rêwibû ji welat …


û pênûs û kaxezê min li dora min bikin dîwar,


Dîroka min birînek kûre


Dîrûtiye bi kula


Dîroka min nayê nivîsandin


Tenê wekî çîroka tê gotin


Beladibê û zû tê jibîrkirin


Kesê bixwazê naskê dîroka min


Bere herê nav kaxezê min


û biqulibînê pelên min


Yan jî bigerê li gora min


Da bibînê kelemên kêla min …


Li hemî qurçik û hemî kolana


Dengekî min heye


Li pişta her dîwarîşûna min heye


Bi her evîndarî re hîsirek min heye


Di her zindanekê de şikencek min heye


Li her welatî penaberîke min heye


Bi her koçberî re kulek min heye


Ser aniya her cotyarî xwihdana min heye


Bi her şivanekî re bilûrek min heye


Bi her kalekî re çîrokek min heye


Bi her dayikekê re keserek min heye


Bi her bûkekê re xatirek min heye


û bi her minalekî re hêviyek min heye ..


Gula bişkoj ne vebû


Herya li dor hişk bû


Paşe roj li ber cavê min tarî bû


Helbesta min bi girî bû


Kaxeza min birçî bû


Pênûsa min tî bû


û raman … ramaaan .. ramaaaaan


çaxa ku diramînê


û hestê bendkrî azad dikê


Vî dilê biçûk di suhtînê


Vî cane birindar di sojî nê


Bîr anîna di çerxa xwede di hejînê


Kevin û nû di zîvirînê..


Biçûkim bi girîme


Lawim bê xwedîme


Bîr anîna min bi azerîne


Dûcihe, riya bihiştê lê nîne


Derdê koçberiyê çendî min têşîne


Di xwazim rev lê tu rê bo min nîne


Gula min bê bîne


Kes gula dinav dirihê de di çîne


Bese jîn min ne êşîne


Ez bûme weke mîx


Rih û rewa li min nîne …


Ez mestim bê mey û bê meyger


Bi fîxanim dengê min tim ker


Tenême bê ser û ber


Bese jîn te da ser


Te ez çandim ser tinge kula


û av te da min bi hîsirê çava ..


Koçberim bê penaberî


êsîrim bê zindarî


Rastî li ber min leylane


Azadî zindane


Bihrîkirin sotane .


Xwîn di birînê de reşe


Birîn di laş de geşe


Laş bê can di meşe


Can ji westanê na raweste ..


Law koçberî zore


Zincîrek ji hasin li min hawîrdore .


Bîranîna ez sotim


Derda ez notim


Mirova ez firotim


Paşe roj ji min kişandin


Tarî ji minre şiyandin


Hîsir di çavade çandin


Narîna dil şikandin


Hest jê hilandin


Hêvî ji min revandin .


Tenê mame bê hal


Dûr ketim ji mal


Bi xortani bûme kal …


Dixwazim bizîvirim welat


Himbêzkim dayika xwe


Serê xwe deynim ser çokê wê


Guh darkim li dengê wê


Bişkînim sermaya canê xwe


Li ber hilma dilê wê


Koçberî zore gelî dost û hevala


Koçberî zore pir zore ..


Kelha viyana min herivî û hate xwar


Hûr bû wek kêstekê Li ber baranê


Bi bîrikirinê hatim şewtandin


Ey jiyana bê bext


Ma ne bese beyanî


Ma ne bese koçberî
Ma ne bese dûrketin … ..

Rêwî Girpirî